Kerema xwe herin ji xwe re nicknamek hildin û werin girêdan

Monday, January 27, 2020

Li Ser mIRCKurd Çi Tên Kirin , Gelo Ev Çi Ye?

Silav hevalên hêja , ev naveroka miRCKurd a yekem e.Bi vî sedemê ez dixwazim kurtasî derbarê mIRCKurd de çendan agahî binvîsim.Ezê gelemperî pirsên ku tên kirin û li ser wan pirsan van agahîyan bidim we.

mIRC Çi ye ?

Belê , beriya hemû tiştan divê ez hevek behsa van terman (peyv,terîm) bikim.mIRC bernameyeke ku mirov dikare pê li serwerên  chatê (IRC server) ve bê girêdan.

Gelo IRC Server Çi ye ?

IRC Server , li ser gelek odeyên axaftinên hene ku mirov dikare axaftin , lîstik , radyo guhdarke ango hûn dikarin tiştên zêdetir jî bibînin.

mIRC Kurd Çi Dike ? Gelo ewleh e ? 

mIRCKurd ji bernameya ku hûn dikarin pê bi serweran ve werin girêdan e.Bi mIRCKurd ve hûn dikarin li ser kombers (kompûter) a xwe bi dilekî fireh werin girêdan.mIRCKurd , IP Adresa we ji kesî re naşîne û welatên wek tirkîye , îran , sûrî û îraq nikarin agahîyên we bibînin.Ev Serwer global in û kes kes nikare nivîs , ip adresa parve bike ango bibîne.Ji bo zêdetir agahî hûn dikarin bi min re bikevin têkiliyê. (Nick: @Berzan)

Hûn Dikarin Çi Bikin ?

Hûn dikarin kesekî nas bikin û pe re wek hevalekî biaxivin ango dikarin lîstikên Kurdî bileyzin bo zimanê xwe pêşte biherin ango dikarin radyoya Kurdî guhdar bikî.
Li ser odeyên axaftinê kesên payebilind (rêvebirên Kurd) hene û nahêlin kes dijûna (çêr,xeberên ne baş) ji were bike.Jixwe malper bi aliyê parêzkarên otomatîk tên asteng (Ban , Kick+ban) kirin.

Ez Jî Dixwazim Piştgirî Bidim Lê Çawa ?

Malpera me de tu jî dikarî bibî rêvebir û alikarê me bikî ango dikarî pirsên Kurdî li robota me zêde bikî.Ji bo zêdetir agahî dikarî bi me re têkilî daynî

No comments:

Post a Comment