Fermana tomar kirina nickname çi ye ?
Fermana tomar kirinê bi aliyê servîsa Nickserv ve tê rêve birin. Yanî ku tu bixwazî tiştekî derbarê Nickname a xwe de (Fullname , hostname , şîfre û agahîyên nickanem ên din ) bikî divê tu vî servîsê bikarbînî.
1- Fermana tomar kirina nickname ;
Dema ku tu têketî serwerê , divê tu wiha binvîsî û /ns register şîfre email
Li vir /ns register naguhire her tim wisa tên nivîsandin û divê tu / vî xêzê ji bîr nekî binvîsî serî ji bo ku peyama te bigihîje Nickserv'ê.Piştre valahîyek bihêle û Şîfre binvîse û ev şîfre divê guhartî be ne wek şîfra te a emaîl be ango hêsan (qolay) bibe. Piştre jî valahîyek bihêle û email a xwe binvîse.Xeynê rêvebirê IRC Serverê kes nikare epeyama te bibîne û tiştek din bike..
2-Fermana guhartina şîfreya nîckname ;
Dema ku bixwazî şîfreya nickname a xwe biguhirînî divê wiha binvîsî /ns set password şîfre
Li vir jî wek ya jor , ferman heta bi rengê sor naguhire lê piştre divê valahîyek bihêlî û şîfreya nû binvîsî.
Ji bo zêdetir agahî Nickserv bi rastî jî gelekî dibe alîkar.Mînak dema ku hûn ser serwerê tenê /ns help binvîsin, Nickserv hemû fermanên ku dike û dikare bibe alikarê de dide nîşan û çawa tê bikaranîn.Ji aliyek din tu dikarî rêvebirên qanalê re bikevî têkilîyê û agahî ji wan jî werbigrî.