Kerema xwe herin ji xwe re nicknamek hildin û werin girêdan

Monday, January 27, 2020

Fermanên IRC'yê Çi Ne ?

Dema ku hûn li serwerekî (IRC Server) hatine girêdan divê hûn Nickname (navê li xwe kirinê) hildî.Ev nav ji bo ku aliyê kesek din ve neyê bikaranîn divê tu  bê tomar (qeyd) kirin.Ji bo nav tomar kirinê divê hûn Fermanên IRC Serwerê bizanibin.Ev ferman ji bo ewlehîya nickname a we gelek girîng e.Mixabin li ser IRC Server ê gelek ferman (commands ango qomût) hene lê em yên zêdetirîn ji we re pêwîst e parve bikin.Li ser IRC Serverê ji aliyê servîsan (Nickserv , Chanserv ,Operserv ,Memoserv) ve tên rêvebirin. (Ev servîs robot in û li gor fermana ku tu jê re dişînî tevger dike.)

Fermana tomar kirina nickname çi ye ?

Fermana tomar kirinê bi aliyê servîsa Nickserv ve tê rêve birin. Yanî ku tu bixwazî tiştekî derbarê Nickname a xwe de (Fullname , hostname , şîfre û agahîyên nickanem ên din ) bikî divê tu vî servîsê bikarbînî.
    1- Fermana tomar kirina nickname  ;
Dema ku tu têketî serwerê , divê tu wiha binvîsî û     /ns register şîfre email
Li vir /ns register naguhire her tim wisa tên nivîsandin û divê tu / vî xêzê ji bîr nekî binvîsî serî ji bo ku peyama te bigihîje Nickserv'ê.Piştre valahîyek bihêle û Şîfre binvîse û ev şîfre divê guhartî be ne wek şîfra te a emaîl be ango hêsan (qolay) bibe. Piştre jî valahîyek bihêle û email a xwe binvîse.Xeynê rêvebirê IRC Serverê kes nikare epeyama te bibîne û tiştek din bike..

  2-Fermana guhartina şîfreya nîckname ;  
Dema ku bixwazî şîfreya nickname a xwe biguhirînî divê wiha binvîsî /ns set password şîfre
Li vir jî wek ya jor , ferman heta bi rengê sor naguhire lê piştre divê valahîyek bihêlî û şîfreya nû binvîsî.

Ji bo zêdetir agahî Nickserv bi rastî jî gelekî dibe alîkar.Mînak dema ku hûn ser serwerê tenê /ns help binvîsin, Nickserv hemû fermanên ku dike û dikare bibe alikarê de dide nîşan û çawa tê bikaranîn.Ji aliyek din tu dikarî rêvebirên qanalê re bikevî têkilîyê û agahî ji wan jî werbigrî.



No comments:

Post a Comment